Serokê nû yê Îranê Mucteba Hamaney hîn jî bi giranî birîndar e

Hate îdîakirin ku Serokê Olî yê nû yê Îranê Mucteba Hamaney di destpêka şerî de bi giranî birîndar bûye û hê jî tedawî dibe. Rewşa tenduristiya wî û kapasîteya wî ya birêvebirina welêt hê jî nediyar in.

Li gorî çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîne, Mucteba Hamaney ê 56 salî di êrîşa ku bavê wî Ali Hamaney jiyana xwe ji dest da de ji rûyê xwe û lingên xwe birîndar bûye. Tê îdîakirin ku li ser rûyê wî birînên mezin çêbûne û yek yan jî her du lingên wî jî bi giranî birîndar bûne.

Çavkanî diyar dikin ku Hamaney bi zihnî li ser hişê xwe ye  û bi rayedarên pilebilind re bi rêya vîdeokonferansê hevdîtinan pêk tîne, Her wiha tê îfadekirin ku di biryarên têkildarî muzakereyên li gel DYE’yê de rol lîstiye.

DENG Û DÎMEN TUNE NE

Ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin ku Hamaney li ku ye û rewşa wî ya tenduristiyê çawa ye. Ji 8’ê Adarê ve ye ku wê rojê dest bi erkê serokatiyê kir, tu deng û dîmenên aîdî wî nehatine parvekirin. Rayedarên Îranê jî têkildarî rewşa birîndariya wî daxuyaniyeke fermî nedane.

Rayedarên DYE’yî diyar dikin ku Hamaney birîndar e û ihtimaleke mezin rûyê wî nayê naskirin û hin çavkaniyên îstîxbaratî jî îdîa dikin ku dibe lingekî xwe winda kiribe.

GELO HEVSENGIYÊN HÊZÊ DIGUHERIN?

Pispor dibêjin ku Hamaney Mucteba yê bêtecrûbe wê nikaribe otorîteyeke bi qasî ya bavê xweava bike.

MUCTEBA HAMANEY LI KU YE?

Bitemamîdûrmayîna Hamaney a ji raya giştî bû sedem ku li welêt nîqaş derkevin. Ev mijar li ser medyaya dîjîtal gelekî tê şîrovekirin û axaftin.

Li hemberî vê yekê hin alîgirên hikûmetê dibêjin ku dûrmayîna serokê olî ya ji ber ewlehiyê rewşeke asayî ye. Tê diyarkirin ku girêdayî rewşa tenduristiyê dibe ku di hefteyên li pêşiya me de dîmenên Hamaney werin parvekirin.